3 saete Sur bê navber bi bejayî û hewayî tê bombakirin

08:47

JINHA

AMED - Di saetên serê sibê de êrîşên ser Surê giran bûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ji hewa de bi helîkopteran û ji sê aliyên bejayî ve êrîş dikin, ji ber bombaatarê welatiyek birîndar bûye.

Li navçeya Sura Amedê cara 6'an qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin. Ji duh ve sewqiyata polîs û leşkeran gelek zêdebûye. Navçeya ku tevahiya şevê bêdengbû di saet 05.00'an de ji hewa de bi helîkopteran û ji 3 aliyan ve bi bejayî êrîş dikin. Bi tayîbetî jî ser Minareya Çarling, Mizgefta Kurşunlu û Yagurt Bazarê yên Taxa Hasarliyê êrîş giran dibin. Di aliyê bejayî de wesayîtên zirxî bi bombaataran êrîş dikin, ji hewa de jî 4 saetin helîkopter bê navber taxê bombabaran dike.

Li gorî agahiyên hatine girtin li Taxa Hasirliyê ji ber bombaatarê welatiyek birîndar bûye.

Ji saetên serê sibê de welatiyên Surê yên parastina xwe ya cehwerî dikin li kolanan di çalakiya deng derxistinê denin.

(zt)