'Em piştevaniya dayîkên dinava berxwedanê dene dikin'
09:03
JINHA
COLEMÊRG - Dayîkên Aştiyê yên Colemêrgê diyar kirin ku ew piştevaniya dayîkên di nava berxwedanê dene dikin.
Dayîkên Aştiyê yên Colemêrgê ji bo piştevaniya dayîkên li Sura Amedê û Nisêbîna Mêrdînê di berxwedanê dene piştevaniya xwe diyar kirin. Dayîka binavê Remziye Guler diyar kir ku wê weke dayîkên aştiyê li her deverê ji bo avakirina aştiyê li hemberî şer dinava berxwedanê debin û wiha domand: "Li Sur, Nisêbîn, Dêrik û gelek deveran dayîk di nava şer de di berxwedanê denin. Li Sura Amedê 9 rojan 16 dayîk bûn mertalên zindî û di nava şer de tevlî berxwedanê bûne. Em jî bi her awayî amadene ji bo berxwedanê. Dema ku êrîşî me bikin emê dayîk di berxwedanê de cîh bigirin. Ji ber ku ji derveyî berxwedanê tu rê nîne. Em tenê dikarin bi berxwedanê jiyanê avabikin."
Dayîka binavê Meryem Ozcan jî destnîşan kir ku wan herdemê li ber xwe dane, niha jî dê li hember hemû êrîşan li ber xwe bidin û wiha berdewam kir: "Em dayîkên aştiyê ne, ji bo aştiyê tekoşînê dikin, lê dema ku êrîşî me bikin mafê meye em jî di berxwedanê de cîh bigirin. Ji xwe li Sur, Nisêbîn û gelek deveran hevalên me dayîkên aştiyê di berxwedanê denin. Em piştevaniya dayîkên dinava berxwedanê dene dikin."
(zyd/zt)