Xwendekar: Xwerêveberin hewldana rêxistinkirina jiyanek nûye

09:05

JINHA

STENBOL - Xwendekarên Zanîngehê ên ku xwedî li îlankirina rêveberiya xweser yê li Kurdistanê dertên gotin, "Xwerêveberinên ku gel li Kurdistanê îlan kirine, hewldana rêxistinkirina jiyanek nûye. Li hember duberabûna jiyanê gel gavên şênber davêjin."

Li Kurdistanê gel li hember êrîşan xwerêveberin îlan kir û berxwedana xwe berfireh dike. Dewlet êrîş û komkujiyan li hember vîna xwerêveberinê a ku li bajar û navçeyên Kurdistanê ji aliyê gel ve hatî îlan kirin pêk tîne. Piştî îlan kirina xwerêveberinê li pişt xendek û barîqatan jiyanek nû şîn dibe. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê bal kişandin ser girîngiya xwerêvebirinê û diyar kirin ku divê xwerêveberin li zanîngehan jî bên avakirin.

'Ji bo avakirina xwerêveberin pêdivî bi mezin kirina parastina cewherî heye'

Xwendekara Zanîngeha Fakulteya Hiquq yê Marmara Ceren Çoban diyar kir ku li konbajarên Antalya yê jî jiyana komînal tê avakirin û wiha got, "Her kes bi qasî hêzê xwe tevdigere. Me komînek bi hêza xwe avakir. Li hember polîsan li konbajarê wek jin em ewlehiya komîna xwe digrin." Ceren anî ziman ku divê xwerêveberin li zanîngehan jî bên avakirin û got êrîşên ser zanîngehan wek mînak dertê pêşbirê me. Ceren bûyerek salên borî wiha bi bîrxist, "Di 12'ê Îlona 1980'an de dema darbe pêk hatî karker madenek li Çeltek yê Amasya yê xistibû destê xwe. Komirê ku ji madenê bi destxistine hemû li gel hat belav kirin. Karker bi belavkirina komir ji gel re mînakê xwerêveberinê ye." Ceren destnîşan kir ku li hember êrîşê polîs û leşkeran parastina cewherî rewa ye û wiha domand: "Xwerêveberina li Kurdistanê, xwesteka xwerêveberin û coşa wê dê bandor li ciwan û zanîngehên rojavayê Tirkiyê bike."

'Em ê xwerêveberin li her qadê jiyanê înşa bikin'

Xwendekara Beşa Civaknasî yê Zanîngeha Marmara Şehrîban Alkiş jî wiha got, "Ji bo xwerêveberin li her qadê jiyanê pêk were pêdivî bi qadên perwerdê û gotûbêjên berfireh heye. Xwerêveberin li Tirkiyê piştî berxwedana Gezî ket rojevê. Hînbûna ziman jî mînaka avakirina vê jiyanê ye. Em ê xwerêveberin li her qadê jiyanê înşa bikin."

'Divê em bi xwe biryarê jiyanê bi xwe bidin'

Xwendekara Beşa Dîrok yê Zanîngeha Stenbolê Ozgûr Ustaoglu diyar kir ku xwerêveberin bi xwe biryarê jiyanê dayîne. Ozgûr da zanîn ku ew ji Behra Reşe û projeyên HES û Yeşîl Yolê ên ku dixwazin li Behra Reş bi jiyanî bikin bi bîr xist û wiha domand: "Divê em bi xwe jiyana xwe rêvebibin û biryar bidin. Ez ji Samsunê me ji Behra Reşim. Dixwazin li Behra Reş projeyê Yeşîl Yolê pêk bînin. Lê gel vê yekê qebûl nake, ji ber ku ev proje tê wateya komkujiya xwezayê. Ji ber vê gel li hember vê projê li berxwe dide. Gel jiyanek din avadike." Ozgur wiha dawî li gotina xwe anî: "werêveberinên ku gel li Kurdistanê îlan kirine, hewldana rêxistinkirina jiyanek nûye. Li hember duberabûna jiyanê gel gavên şênber davêjin. Em piştgirî didin jiyana ku li Rojava tê avakirin."

(rc)