Eren Keskin: Em bi dewletek ser suc hatî avakirin re ru bi ru ne
09:06
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Parêzvana mafê mirovan Parêzer Eren Keskin ji ber ku girêdayî Ugur Kaymazê 12 salî bi 13 guleyan li Qoserê hatî qetilkirin axiviye rastî 10 meh ceza hat. Eren got: "Dema ku mirov rewşa ku niha Tirkiye dinavê dene difikire tê dîtin ku dê daraz cezayê hatî dayîn erê bike. Lê ez bi ti deveran de naçim û hezê her dem polîtîkayên dewletê yên qirêj bînim ziman. Ezê heya azadiya fikir û ramanê tekoşîna xwe berdewam bikim."
Ji ber ku parêzvana mafê mirovan Parêzer Eren Keskin ji bo qetilkirina Ugur Kaymazê 12 salî ku li gel bavê xwe di 21'ê Mijdara sala 2004'an de bi 13 guleyan hatî qetilkirin axaftinên weke: "Dewlet bi qasî zarokek 12 salî qetilbike wehşiye. Tirkiye neçare hesab bide... Dîroka Tirkiyê dîrokek qirkje" bikar aniye rastî 10 mehe ceza hat. Eren li gorî madeya 301'emîn a Qanuna Ceza ya Tirkiyê bi sucên "Bêmafî li Komara Dewleta Tirkiyê" kiriye rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat. Dema ku ceza li darazê bê derêkirin dê Eren têkeve girtîgehê. Eren cezayê ku di derbarê wê de hatî dayîn nirxand. Eren da zanîn ku ji ber axaftinên wê yên di sala 2005'an de di rojnameyekê de hatiye weşandin ji aliyê Dozgeriya Çerkezkoyê ve li gorî makezagona 301'emîn di derbarê wê de lêpirsîn hatiye despêkirin. Eren destnîşan kir ku di lêpirsînê de bi qasî 10 salan ceza ji bo wê tê xwestin. Eren bilêv kir ku ji ber 10 sal ser dozê re derbasbûye, doz xirabûye. Eren anî ziman ku ji aliyê Wezîrê Dadê ve biriyara di derbarê darezandina parêzeran de destur daye, doza beriya 10 salan carekdin girtinek bin lêpirsînê.
Eren wiha berdewam kir: "Di sala 1995'an de ji ber ku min gotina Kurdistan xebitand ez ketim girtîgehê. Wê demê Rêxistina Ef ya Navnetewî kampanyayek berfireh dabû despêkirin. Li gorî rewşa niha ya Tirkiyê dema mirov binêre ceza dêbê erêkirin. Ezê ji ber erêkirina ceza bi ti deverê de neçim. Dixwazin nêrîna azad bêdeng bikin. Lê ezê ticarî dest ji tiştên ez rast dizanim bernedim. Heya azadiya fikir û ramanê ezê tekoşîna xwe berdewam bikim."
(zt)