Zaroka keç a ku bi sorê li wesayîtê sar kirin û jê avêtin jiyana xwe jidest da
10:30
JINHA
ANTALYA - Hulya Seyyar (17), ji aliyê kes yan jî kesên hîna nasnameya wan nehatiye diyarkirin ve bi zorê li wesayîtê sarkirin û jê avêtin jiyana xwe jidest da.
Hulya Seyyar a 17 salî ku li navçeya Kepez a Antalyayê dirune dema ku ji mala xizmên xwe vedigeriya li Hala Toptanciya Şaredariya Bajarê Mezinê Antalyayê bi zorê li wesayîtekê hat siwar kirin. Kes yan jî kesên ku bi zorê Hulya li wesayîtê siwarkirine li serê kolanan 2373 a Taxa Dundenbaşiyê avêtin kenarê rê. Dema ku dengê Hulya li serê kolana tarî hat bihîstin welatiyan agahî dan ekibên tenduristiyê. Dema ku ekibên tenduristiyê hatin cihê bûyerê nêrîn Hulya jiyanan xwe jidest daye.
Piştî qontrola ekibên tenduristiyê cenazeyê Hulya rakirin Morga Tiba Edliya Antalyayê. Hîna nasnameya kes yan jî kesên Hulya qetilkirin nehatiye zanîn.
(zt)