Nisêbînî barîqatên xwe bihêz dikin

11:07

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê bi fermî qedexe rakirine, lê hîna dora taxan girtiye, ji bo wê jî baweriya gelê Nisêbînê nayê û cardin barîqatên xwe ji nû ve bihêz dikin. Hinek welatiyan jî ji bo parastinê di paceyên xwe de dîwar çêkirine.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê her çendî 5'emîn qedexeya derketina kolanan bi fermî hatiye rakirin jî lê ji ber ku hîna derdora taxan girtiye, baweriya gelê Nisêbînê bi wan nayê û parastina xwe ya cewherî bihêz dikin. Welatî ji nû ve barîkatan çêdikin û hinek jî di paceyên xwe de dîwarên parastinê çêdikin.

Dema ku mezin dîwar û barîkatan çêdikin, zarok jî bi barîkatan dilîzin. Navê lîstokên zarokan ên nû li Nisêbînê; barîkatin.

(zd/zt)