Du welatiyên di êrîşên hewayî de jiyana xwe jidest dan hatin definkirin
11:29
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên 2 gundiyên ku di encama êrîşên balefirên artêşa tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin qetilkirin piştî otopsiyê li gundê Şîfrezanê hatin definkirin.
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê cenazeyê welatiyên bi nav Hurşît Olmez û Macît Olmez ên di encama bombebarana balafirên artêşa tirk de hatine qetilkirin piştî otopsiyê li gundê Şifrezanê hatin definkirin. Cenazeyê herdu welatiyan li dijî hemû astengkirinên leşkeran duh şev ji hêla welatiyan ve ji Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin wergirtin. Welatiyên cenazeyên ku hatin wergirtin ewil anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û piştre jî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiya herdu welatiyan hate kirin welatiyan cenaze bi konvoyekê birin gundê Şifrezanê.
Cenazeyên Hurşît Olmez û Macît Olmez li goristana gund hatin definkirin.
(ma-ai/zt)