Li Kerboranê welatiyek qetilkirin, êrîş berdewam dikin
11:50
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê ku terora dewletê heye di encama gulberana tîmên taybet û leşkeran de ciwanê bi navê Takyedîn Oral hate qetilkirin.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve di raja 3'emîn de ye û li taxa Safayê di encama gulebarana tîmên taybet û leşkeran de ciwanê bi navê Takyedîn Oral hate qetilkirin. Welatiyên derdorê ala spî girtin destên xwe û çûn cihê ku Takyedîn hate qetilkirin. Welatiyên ku cenaze wergirtin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.
Hate hinbûn ku li taxê birîndar hene, li aliyê din li nêzî Goristana Micir Sefayê jî tîmên taybet ciwanek tazî kirin û îşkence li wî kirin. Ciwanê ku hat binçavkirin û navê wî nehat zanîn, netah hînbûn ku birine kû derê.
Li navçeyê êrîş zêde bûne.
(mc/zt)