Konreya DEM-GENÇ ê despêkir
12:39
JINHA
AMED - 1'emîn Kongreya Asayiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) ê bi beşdariya hezaran ciwanan despêkir. Di kongrê de diruşmên "Bijî berxwedana Surê" bilind dibin. Di daxuyaniya ser navê jinên ciwan hat xwendin de wiha hat gotin: "Tekoşîna jinên kurd ji bo hemû cîhanê mînake. Em berdewama Şoreşa Rojava ya li Bakurê Kurdistanê bi navê rêveberiya cewherî û berxwedanê ya bi hamleya 'rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad' hatî despêkirin silav dikin."
1'emîn Kongreya Asayiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) ê ku di 28'ê Mijdarê de ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi hatibû paşdexistin li Salona Werzîşê ya Peyasê bi tevlîbûna hezaran ciwanan despêkir. Di kongreya bi diruşma "Jiyan û nasnameyek nû" despêkir de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel, Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek, Wekîlên Koma HDP'ê Çaglar Demirel û Îdris Baluken li gel parlementeran, Dayîkên Aştiyê, endamên KJA yê û nûnerên saziyên civaka sivîl jî di navê de gelek kes amadebûn. Bi dîwarên salona kongreyê ve pankartên weke "Diwarê Îmraliyê kelepçeya aştiyê, barîkata demokrasiyê ye", "Jin jiyan azadî", "Bi rêveberiya xweser ber bi Kurdistana azad ve" û "Em bi giyana rêveberiya cewherî kongreya DEM-GENÇ'ê silav dikin" hatin hilawistin. Diruşmên ciwanan ên weke "Bijî berxwedana Surê", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Ciwan fedayê Apo ne" li gel tilîliyên jinên ciwan salon hejandin.
Endama DEM-GENÇ'ê Birdan Erol axaftina vekirinê kir. Birdan di kesayeta Dilan Kortak a ku li Stenbolê di operasonên qirkirina siyasî de hatî înfazkirin de hemû jinên ciwan ên jiyana xwe jidest dane bibîranî. Birdan da zanîn ku jin û ciwan ji ber nasnameya xwe ducar zêdetir rastî tindiyan û mêtîngeriyê tên û got: "Jinên ciwan ên rastî polîtîkaya mêtîngeriyê tên tevlî berxwedana rêveberiya cewherî tên. Li wê jî cardin di serî de jin hedef tên girtin. Weke jinên ciwan bersiva me ya li hember qirkirinan rêxistinên xwe yên tayîbet mezinkirine. Hişmendiya zayendî û tekoşîn mezin kirine."
Bariş Coşkun jî wiha axivî: "Li Bakurê Kurdistanê di nava pêvajoya nû de emê rêxistinbûna xwe mezin bikin. Emê dibin banê DEM-GENÇ'ê de bicivin û nasnameyek ciwanan a nû avabikin. Emê bi perspektîfên Rêbertiya xwe dibin banê DEM-GENÇ'ê de li hember hişmendiya nasnameya jinên ciwan na pejirînin tekoşînê mezin bikin."
Li aliyê dinê ji bo beşdariya kongreya DEM-GENÇ'ê Xwendekarên Zanîngeha Harranê dema ku ketin rê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. 150 xwendekarên bi 4 wesayîtan ketîn ser rê li derveyî Rihayê ji aliyê polîsan hatin sekinandin. Polîsên ku kotrola nasnameyan kirî bi hinceta camên wesayîta reş in dest danîn ser wesayîtan. Dema ku xwendekarekî xwest wêne bigire ji aliyê polîsan ve hate derbkirin.
(zt)