Jinên Başur: Azadiya Rêber Apo azadiya me hemû jinane
13:10
Roza Amed/JINHA
KANDİL - Jinên Binarê Qendîl di derbarê berdewam kirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike de narazîbûnên xwe wiha anîn ziman: "Em azadiya Rêber Apo dixwazin ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me hemû jinane. Em tecrîda ser Rêberê xwe şermezar dikin, em dizanin ku tecrîd pilankiriye, lê emê jin nehêlin planên wan bigihin encamê."
Jinên Binarê Qendîlê di derbarê berdewamkirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike de axvîn. Jinan diyar kirin ku wan ticarî tecrîd napejirandiye û dê ne pejirînin. Jinan destnîşan kirin ku ji ber berdewamkirina tecrîdê ji dervejî li ser gel êrîş berdewam dikin. Jinan dan zanîn ku li Binarê Qendîlê ser wan jî êrîşên hewayî tên kirin, lê ewê li gel hemû êrîşan li ber xwe bidin û axa xwe ne terikînin.
Selîma Havîn diyar kir ku gelê kurd bi saya felsefeya Rêberê PKK'ê xwe naskir û wiha domand: "Me miletê kurd xwe bi saya felsefe û fikrên Rêber Apo naskir. Rêber Apo ji bo me xwedî wateyeke cûdaye. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser meye. Ji ber ku Rêber Apo li İmraliyê dîl hatiye girtin em jî li binarê Qendil ê bi êrîşên dewleta tirk re ru bi ru ne. Li beramberî hemû zextan çewa ku Rêber Apo li berxwe dide emê jî li binarê Qendil ê li ber xwe bidin. Hebûna Rêber Apo, berxwedana wî di nava wan şertên giran de hêz dide me. Jiyana me bi Rêber Apo watedar dibe û ew çavkaniya jiyana me ye. Heta ku ew azad nebe bindesti xizantî û zextê li ser gelê kurd xilas nabe."
'Jiyaneke bê fikr û ramanên Rêber Apo bê wateye'
Ruken Azad jî wiha axivî: "Em azadiya Rêber Apo dixwazin ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me hemû jinane. Rêberê me guh û çavên meyê girtî vekir. Zimanê me yê ku hatibû qut kirin bi gotin kir. Me xwe bi Rêber Apo naskir û watêya jiyana xwe ferq kir. Ji bo vê jî tecrid kirina Rêber Apo tecrid kirina ziman û dîtina hemû jina ne. Jin wê bi Rêber Apo re rizgar bibin. Ji bo me jinan azadî ne fizikiye, ne xwe xweşik kirin û li derve ger e, ji wê zedetir azadiya jinan bi nişandana Rêber Apo ku dibêje; 'Xwe naskirin di fikir û dil de wê pêk were.' Em di vê baweriyê dene ku Rêber Apo bexişkirina fikr û ramanên ji bo jinan kiriye wê jin azad bibin. Lê ev azadî jî bi azadiya Rêber Apo watedar dibe. Jiyaneke derveyi fikr û ramanên Rêber Apo bê wateye."
'Azadkirina Rêber Apo bi civakek zanistî gengaze'
Jina ciwan Şinya Resul jî bilêv kir ku ew weke ciwan ticarî tecrîdê napejirînin û wiha dom kir: "Ez weke jineke ciwan tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikim. Ev tecrid pir bi planeke mezin pêkhatiye. Em di ferqa vê planan dene. Em nahêlin ev planên wan encam bigrin. Rêber Apo li ruxmi hemû erîşan li cîhek ku mirov lê nikare jiyan bike deye jî li berxwe dide û hemû polanên wan vala derxist. Niha jî divê hemû jin rabin ser piyan û pewiste ku ji bo azadiya Rêber Apo kêli bi kêlî tekoşîn bikin. Bêdengiya gelê kurd û jinên kurd erê kirina tecrida ser Rêber Apo ye. Ger em azadiya Rêber Apo dixwazin pewiste her kêliya jiyana me ya rojê li ser fikir û ramanê Rêber Apo lêhûrbûn û têxina jiyanê be. Azadiya rêber Apo, bi fikr û ramanên wî xistina jiyanê re derbas dibe. Azad kirina Rêber Apo xwe û civaka xwe zanekirin û ne qebul kirina zext û êrişên neyaran re derbas dibe."
(zt)