'Kurd ji bo mirovahiyê di berxwedanê denin deng bidin'
14:09
JINHA
MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim diyar kir ku li Sur û Kerboranê berxwedanek ji bo hemû mirovahiyê heye û got: "Dibe ku yên di berxwedanê de jiyana xwe jidest didin tenê kurd bin, lê berxwedan ji bo mirovahiyê ye. Divê ji bo mirovên ji bo aştî û yekîtiya gelan li ber xwedidin deng bê dayîn. Polîtîkayên qirêj yên AKP û dewletê li Kurdistanê ne tenê kurdan mirovahiyê dikujin."
Li navçeya Kerborana Mêrdînê di roja 2'emîn de qedexeya derketina kolanan berdewam dike, her diçe êrîş zêde dibe xetên telefonan birîne. Hat zanîn ku li navçeya welatiyekê jiyana xwe jidest daye gelek birîndar hene. Li hember êrîşan berxwedana gelê Kerboranê berdewam dike. Ji despêka dorpêçê heya niha Taxa Safa dibin topbaranê dene, mizgeftek, cihek ê kar û gelek mal xirakirin. Li gel van jî bi hezaran ajal tilafbûn. Herî dawî hat zanîn ku tîmên tayîbet ser goristanê zarokek tazî kirine û îskence kirine. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim da zanîn ku bi navê xendekan dewlet sivîlan qetildike û bi vî awayî dixwaze vîna gel bişkîne.
'Xendekan dikin bahane û dixwazin vîna gel bişkênin'
Gulser destnîşan kir ku şer ji aliyê AKP û sarayê ve hatiye despêkirin û wiha domand: "Gelê kurd ticarî şer nexwestiye, her demê li qadan banga aştiyê dikin. Gel li hember şerê hatiye despêkirin neçare xwe biparêzin. Hişmendiya ku xendekan dike bahane êrîşî sivîlan dike. Armanca wan şikandina vîna gelê kurde. Zarokên biçuk heya kalan weke çalakvanan nîşan didin û qetildikin. Em bi hişmendiyek a ji kurdan ditirse û çavreş bûnr re ru bi ru ne."
'100 salin polîtîkaya înkar û îmhayê berdewam dikin'
Gulser bilêv kir ku êrîşên ser Farqîn, Dêrik, Sur, Nisêbîn û Cizîrê hatîn despêkirin tenê bi wan deveran ve sînor namîne, dê êrîşî ser hemû bajarên Kurdistanê bikin. Gulser anî ziman ku li hember êrîşan ji derveyî xweparastinê ti çareya kurdan nîne û wiha berdewam kir: "100 salin ser gelê kurd polîtîkaya înkar û îmhayê dane meşandin. Êrîşên dikin bê hiquqî û ne ehlaqîne. "Dibe ku yên di berxwedanê de jiyana xwe jidest didin tenê kurd bin, lê berxwedan ji bo mirovahiyê ye. Divê ji bo mirovên ji bo aştî û yekîtiya gelan li ber xwedidin deng bê dayîn. Polîtîkayên qirêj yên AKP û dewletê li Kurdistanê ne tenê kurdan mirovahiyê dikujin."
'Qedexeyên ji laiyê Walî û Qeymeqam ve tên îlan kirin ne hiquqîne'
Parêzer Ahmet Arikan ê ku li herêma Kerboranê parêzeriyê dike û ji ber qedexeya derketina kolanan di mala xwe de maye nikare derkeve jî aliyê hiquqiyê bûyerên li navçeyê diqewime nirxand û got: "Niha êrîşên herî giran ser taxa navçeyê ya herî qerebalix taxa Safa yê berdewam dikin. Hemû amêrên gihandina ji derve birîne. Du rojin gelê Kerboranê dibin dorpêç û êrîşên giran denin. Qedexeya derketina kolanan ji aliyê Walî û Qeymeqam ve tên îlankirin lê aliyê hiquqî dikare bê nîqaşkirin. Bi van qedexeyan navendên jiyana mirovan digirin û jiyana mirovan dixin bin xetereyê."
(zt)