Li Surê 2 welatî birîndar bûn
14:14
JINHA
AMED - Li Surê qedexeya derketina kolanan berdewam dike di êrîşên şevê din de 2 welatî birîndar bûn. Her wiha di pevçûnan de gelek wesayîtên zirxî yên polîsan hatine derbkirin.
Li navçeya Sura Amedê qedexeya derketina kolanan a 6'emîn di roja 3'yê de ye. Şevêdi jî hêzên dewletê êrîşî Sûrê kirin. Li taxa Fatîh ji şevê din ve êrîş berdewam dikin û 2 welatî birîndar bûn. Her wiha li heman derê 3 wesayîtên zirxê yên polîsan hatine derbkirin û li derdora Mizgefta Kurşunlu wesayîtek polîsên tîmên taybet bi roketê hatiye derbkirin. Nehat zanîn ku di encama derbkirina wesayîtan mirî an jî birîndar hene. Gelê Surê li ser hemû êrîşan hevgirtina xwe xurt dike û jiyana xwe bi awayekî komunî berdewam dike. Gelê ku li taxan li ber xwe dide bang li gelê Amedê kir kul i hember dorpêçê berxwedanê bilind bikin.
(bc-mt/zt)