Welatiyên Kerboranê yên li hember qedexeyê meşiyan rastî tehdîdê hatin
14:34
JINHA
MÊRDÎN - Welatiyên li Taxa Xelîlan a Kerboranê li hember qedexeya ser navçeyê meşiyan. Ji bo 4 welatiyên di nava kolanên taxa Safa de birîndar bûne pêdivî bi alîkariya lezgîn heye.
Bi hezaran welatiyên Taxa Xelîlan a Kerboranê ji ber qedexeya ser navçeyê û tevlîbûna berxwedanê ber bi navendê ve meşiyan. Di meşê de dengê diruşmên weke "Bijî berxwedana Kerboranê", "Tindî nikarin me bêzar bikin", "Bijî Serok Apo" û "Heval Takyedin bêmirine" bilind dibe. Dema ku meşê ber bi navendê ve despêkir polîsan rê lê girtin û bi gotinên 'ger hun hinekdin bêne emê we gulebaran bikin' tehdîd kirin. Welatiyan ser cadeyê dest bi çalakiya runiştinê kirin.
Hat zanîn ku Taxa Deywan jî ber bi navçeyê ve dest bi meşê kiriye.
Di heman demê de li ber mala Şêx Îbrahîm a li Taxa Safa ji bo 4 welatiyên birîndar alîkariya lezgîn tê xwestin.
(mc/zt)