DBP a Colemêrgê kongreya xwe lidarxistin

14:51

JINHA

COLEMÊRG- Partiya Heremên Demokratik(DBP) a Colemêrgê kongreya xwe ya sêyemin bi nukirina rêveberiyek nu li dar xist.

Partiya Heremên Demokratik (DBP) ê ya Colemêrgê li taxa Sumbul Otogarê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Dîwarên salona kongreyê bi alayên DBP'ê hatin xemilandin. Parlementerê Colemêrgê Abdullah Zeydan Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz û Nazmi Coşkun, Dayikên Aştiyê jî di navê de bi giştî 468 delege beşdarî kongrê bûn. Parlementerê Colemêrgê Abdullah Zeydan axaftina vekirinê kir.

Pişti axiftinan rêveberiya nû hat hilbijartin. Di rêveberiya nû de ji bo Hevserokatiyê Huseyin Armut û Zûbeyde Bor hatin hilbijartin ji bo rêveberiyê jî Hasan Akboga, Zahit kurt, Şukran İdem, Ridvan Kaya, Sinem Duran, Nihari Ertunç, Hakan Abi, Suleyman Kurt û Ramazan Ertunç hatin hilbijartin.

(zyd/zt)