Li Şirnexê gelo dewlet amadekariyên çî dike?
15:26
JINHA
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê hemû mamosta şandin destura bêdem, yurdên xwendekaran valakirin û ji bo nexweşxanê nivîsa "bila personel û dermanên we amadebe" şandiye.
Di rojên dawiyê de li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê zêdebûna sewqiyata leşkerî balê dikişîne. Gelo Walîtiya Şirnexê amadekariyê qirkirinê dike? Ji ber peyamên dibistanên xwe navbera bêdem bidinê ji bo telefonên mamostayên navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şinrexê şandine.
Nivîsên fermî şandine yurdên xwendekaran ên li navendê ku yurdên xwe biterikînin. Di serî de yurdên mamostayan, yurdên hemû xwendekaran valakirine. Li navend û navçeyan mamosta bi bohêlên xwe ve diçin otogarê. Welatiyan bertekên "Hun çima direvin?", "Ma ev ne bajarê we ye?" nîşanî mamostayan dan.
Li Cizîrê wesayîtên zirxî digerin û her derê gulebaran dikin. Ser cadeyên Orhan Dogan, Yafes û Arîn Mîrxan ji ber gulebarana polîsan esnafan derê dikanên xwe girtin.
(ma-at/zt)