Zarok beşdarî berxwedana Surê bûn

15:35

JINHA

AMED - Li Surê ne tenê mezin zarok jî di nava çalakiyan denin. Zarok dersên xwe nexebitîne ji bo protestokirina êrîşên ser Surê di berxwedanê denin.

Li Sura Amedê ya ku 11 rojin dibin dorpêçê de ji serê sibê ve êrîş gelek giran bûne. Ji bo alîkariya gelê Surê welatî li Meydana Şêx Said kombûn. Welatiyên ji bo alîkariya gelê Surê hatine, tenê mezin nîne, zarok jî hene. Zarok îro dersên xwe nexebitîne ji bo protestokirina êrîşên ser Surê tevlî berxwedanê bûne.

'Em naxwazin dengê çekan bibihîsin em dixwazin lîstikan bilîzin'

H. B. yê 10 salî got: "Ez îro heya êvarî nikarim dersan bixebitim. Ezê tenê aştiyê biqêrim. Ev şer me gelek bandor dike. Em naxwazin dengê çekan bibihîsin."

(zt)