Mizgefta Kurşunlu cardin dişewite!

16:30

JINHA

AMED - Ji ber bombabarana hewayî cardin Mizgefta Kurşunluya Surê dişewite.

Li Surê qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Di saetên serê sibê de êrîş zêdebûne, sewqiyata leşkerî despêkiriye. Ji ber bombabarana hewayî gelek mal dişewitin. Di bombabarana hewayî de cardin Mizgefta Kurşunlu hedef hat girtin û cardin dişewite.

Li aliyê dinê ji ber dorpêça Surê gelek parlementerên HDP'ê hatin Amedê.

(zt)