Egîtîm Sen: Waliyê Şirnexê suc dike
17:28
JINHA
ŞIRNEX - Egîtîm Sen a Şirnexê piştî sewqiyata leşkerî ya li Cizîr û Sîlopiyê desturdayîna mamosteyan û valakirina yurdan diyar kir ku ev yek nîşaneya amedakariya êrîş û qatlîaman e.
Di rojên dawiyê de li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê zêdebûna sewqiyata leşkerî balê dikişîne. Gelo Walîtiya Şirnexê amadekariyê qirkirinê dike? tîne hişê mirovan. Waliyê Şirnexê peyamên remiyên 'dibistanên xwe navbera bêdem bidinê' şandine telefonên mamostayên navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şinrexê. Nivîsên fermî şandine yurdên xwendekaran ên li navendê ku yurdên xwe biterikînin. Di serî de yurdên mamostayan, yurdên hemû xwendekaran valakirine. Egîtîm Sen a Şirnexê têkîldarî qewimînên li Cizîr û Sîlopiyê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.
Serokê Şaxa Egîtîm Sena Şirnexê Serhat Ugur diyar kir ku piştî sewqiyata li Cizîr û Sipoliyê desturdayîna walitiyê ji mamosteyan di warê qanûnî de bingeha wî tuneye. Serhat anî ziman ku yurdên xwendekaran ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî yurdên xwendekaran hatine valakirin û di peyama ku ji nexweşxaneyên dewletê re hatiye şandin de hatiye gotin ku personel û malzemeyan amade bikin. Serhat destnîşan kir ku li herêmê her roj binpêkirinek tê jiyîn û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî jî bûye navbeynkarê şerê li herêmê tê jiyîn û ev tişt anî ziman: "Ezmunên xwendekaran hene û xwendekar gelek pêdivî bi mamosteyan dibînin. Sedema durxistina mamosteyan ji herêmê heye. Ev jî amadakariya qatlîaman e. Em vî polîtîkayê şermezar dikin."
(zt)