Çalakiya welatiyên Kerboranê ya deng derxistinê berdewam dike

19:29

JINHA

MÊRDÎN - Li Kerboranê welatiyan li hember qedexeya derketina kolanan dest bi çalakiyên dengderxistinê kirin.

Navçeya Kerborana Mêrdînê dibin êrîşên giran dene. Li navçeyê gel li hember êrîşan dest bi çalakiya deng derxistinê kirin. Welatî dem dem diruşmên weke "Bijî berxwedana Kerboranê", "Bijî Serok Apo" û "Hevalê Takyedin bêmirine" bilind dikin.

Herî zêde jî deng ji taxa Safa ya dibin êrîşên giran dene derdikeve. Welatî bi dengê kefçî, meqil diruşme û tilîliyan çalakiya xwe berdewam dikin.


(zt)