Jina bi navê Z ji ber tê binçavkirin ji yurdê hat avêtin

10:33

JINHA

ERZIROM - Xwendekara Zaningeha Atatûrkê ya Erziromê Z. Ku di bin çavan de rastî îşkenceya zayendî hat, hat hînbûn ku ji yurda ku lê dima hat avêtin.

Xwendekara bi navê Z. ya ku di 25'ê Mijdarê bi minasebeta Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewîn li Zanîngeh Ataturkê a Erziromê daxuyanî xwend, di 27'ê mijarê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîs di ser zaningehê ve digirin û di polê de Z digirin û têxin binçav. Z'a ku ji bo îfadeyê dibin Midûriyeta Polîsan a Erziromê li wir ji aliyê polîsên jin vê rastî heqaret û tacîza zayêndî tê. Z'a ku li qereqolê hat tazîkirin û bi tazî di odeyê de gerandin û îşkenceya zayendî lê hat kirin. Bi vê yekê jî nema û di encama îşkenceyê de xwîn jê çû bû. Piştî ku Z ji bin çav derket ji bo mafê xwe bipirsa serî li ÎHD'ê da û wan polîsên jin gilîkir û derbarê wan polîsan de doz hat vekirin. Ji ber vê yekê jî polîs her roj dihatin yurda ku Z lê dima û wê dibin midûriyetê. Li ser vê yekê jî Midûra yurdê bi hinçeta daxuyanî da yê wê ji yurdê avêt.

Jina bi navê Z ku di berê de ji rastî êrîşa zayendî hat û ji bo gîliyê serî li Midûriyetê da bû, desnîşan kir ku ew ji aliyê polîs ve tê naskirin û polîs bi hişmendî êrîşên wê dikin û dixwazin bi vê yekê çavên wê bitirsînin. Z ê got ku ew natirsin û dê heya dawiyê li pey mafê xwe bin.

(ho/rc)