Li Kerboranê jinên ku zarokê birîndar rakirin hatin gulebaran kirin
10:55
JINHA
MÊRDÎN - Di roja 4'an de dorpêça ser Kerboranê berdewam dike. Di êrîşên ser navçeyê de zarokek birîndar bû. Du jinên zarok rakirin heya ber abolansê birin jî hedef hatin girtin û hatin gulebaran kirin.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê di roja 4'an de qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Di saetên serê sibê de cardin êrîşan bi dijwarî despêkiriye. Li Taxa Safa di êrîşên dijawar ên polîsan de zarokek navê wî nehat zanîn birîndar bû. Du jinên xwestin zarokê birîndar heya ber abolansê bibin jî hedef hatin girtin û hatin gulebaran kirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin ekibên tenduristiyê yên xwestin li herêmê bimînin û mudaxeleya birîndaran bikin hatin asteng kirin. Li Taxa Safa êrîş bi dijwarî berdewam dikin.
(zt)