'Ji serkeftina projeya xweseriya demokratîk ditirsin'
11:05
Gulîstan Bekir/JINHA
HESEKÊ - Endamên Mala Jin a bajarê Hesekê, derbarê êrîşên ku li hember bajarê Til Temir de pêk hatiye şermezar kirin û wiha gotin: "Ev êrîş li dijî nirxê mirovahiyê pêk hatiye."
Endamên Mala Jin a bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê derbarê êrîşa li hember bajarê Til Temir ê ku di encamê êrîşê de 122 kes birîndar bû û 25 kes jî jiyana xwe ji dest dan de nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku ev êrîş li hember jiyana hev beşe û wiha gotin, "Êrîş piştî Kongreya Sûrya Demokratîk û di roja Mafê Mirovan a Cîhanî de pêk hat. Ev êrîş li dijî nirxê mirovahiyê hat kirin."
'Êrîşa Til Temir tirsa hêzên tarî nîşan dide.'
Endama Rêveberiya Mala Jin Neîme Mihmûd diyar kir ku armanca êrîşan şikandina vîn û baweriya gelane û wiha got: "Dixwazin vîna gel bişkînin û bi zorê gel bidin koç kirin. Em wek jinên bajarê Hesekê vê êrîşa hovane şermezar dikin. Armanca wan ketina bajarên Rojava ye, dema ku hêza wan têk çû vê carê bi êrîşên dervî ehlaqê şer êrîş dikin. Êrîşa Til Temir tirsa hêzên tarî nîşan dide. Vîna gel li hember van êrîşan dê neşeke." Naîme ji tevahî malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfayê lezgîn xwest.
'Kongreya Sûrya Demokratîk bi ser ket'
Endama Mala Jinê ya bajarê Hesekê Qediriya Yûsif sersaxî ji malbatên şehîda re xwest û şîfayê ji birînara re jî xwest û wiha got : "Êrîşa ku piştî Kongreya Sûrya Demokratîk a bajarê Dêrikê pêk hatî, nîşaneya nexwastina lihevhatin û yekîtiya gelan e. Ji serkeftina projeya xweseriya demokratîk ditirsin ji ber vê bi awayek hovane êrîş dikin. Dixwazin gel ji bajarên wan bidin koçber kirin. Ne tenê ev jî, di roja cîhanî ya mafê mirova de êrîş kirin. Ji ber vê yekê dide teqez kirin ku ev teqîn li dijî mirovahiyê ye. Pêwîste parazvanên mafê mirovahiyê li hember êrîşên ku dervî ehlaqê şer pêk tê, bê deng nemînin.
(rc)