Berxwedana Nisêbînê di berên Pira Şehida de veşartiye

12:21

Zehra Dogan/JINHA

MÊRDÎN - Berxedana gelê Nisêbînê di berxwedana qirkirina 'Pira Şehida' de veşartiye. Niha kesên ku ji komkujiya ku di dîroké de wek parkén kevirên sor tên nasîn û têde 16 kesan jiyana xwe jidestdayî sax ji wê komkujiyê xilasbûyî wiha axivîn: "Li hember qirkirina Cizîrê em rabûn serihldanê. Bi tankan ser me de hatin, tankên wan ser me re derbasbûn û wiha mirov hatin qetilkirin. Wê demê di çapemeniya serdestan de nûçe weke 'li Nisêbînê terorist hatin îmhakirin' derbas bû."

Di van rojan de Nisêbîn navê xwe bi berxwedanê nivîsî. Nisêbîn xwediyê dîrokek berxwedanê ya berî 23 salan ku bi Serhildana Nisêbînê tê zanîne. Wê demê mediyaya serdestan nûçeyên weke "500 teroristan êrîşî polîsan kirin, ji wan 16 hatin îmah kirin" servîs kirin û serê bûyerê girtin. Li ser pirsa îro çima ev gel ewqas li ber xwe dide me bi yên di 22 yê Adara 1992'an di komkujiya "Pira Şehida" de sax rizgar bûne re hevdîtin kir.

Di 21'ê Adara sala 1992'an êrîşên ser şahiya cejna Newrozê ya Cizîra Şirnexê de li gorî hijmarên fermî 57, li gorî hijmarên ne fermî ji 100 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dan. Piştî qirkirina Cizîrê Nisêbîn rabû serhildanê. Ji şahidên zindiyên wê demê Nurê Tekin wiha got: "Em wê demê li hember komkujiya Cizîrê bê deng neman. Nîvê şevê li hemû deriyan xistin û baldariya ji bo serhildanê hat kirin. Serê sibê bi hezaran welatî em li ser Cadeya Yeni Turan ê kombûn û me dest bi meşê kir. Bi yek carê de li derdora me bi sedan tank û bi hezaran tîmên tayîbet hatin girtin. Anonsên weke 'Ji tangan derbasbûn nîne, belav bibin, yên belav nebin dê weke PKK yî bên dîtin û ya pêwîst emê bikin' dihatin kirin. Kes ji me ji cihê xwe neliviyan. Me meşa xwe berdewam kir."

'Bi tankan dan ser gel, mejiyê mirovan pijiqî derdorê'

Nurê wiha qala wan kêliyan kir: "Li devera ku niha em jê re 'Pira Şehida' dibêjin tangan da ser me. Girseya pêşiyê dest bi çalakiya runiştinê kirin, lê tankan da ser me. Cardin jî kes ji cihê xwe ne liviya. Ew fikirî ku dema tank nêz bibin dê girse belav bibe, lê kes ji cihê xwe nelivîn. Tangan dan ser gel. Bi dehan kes dibin tangan de man. Mirov hatin perçiqandin, hîna qerêna şikandina perasuyê mirovan di guhê min de çingînî dike. Mejiyê mirovan pijiqîn derdorê. Paşê jî girse gulebaran kirin. Hinek ber avê ketin, xeniqîn piştî mehan cenazeyên wan li aliyê Suriye hatin dîtin."

'Çem vegeriya rengê xwînê'

Her der dinava xwînê debû, çem vegeriya rengê xwînê. Silêmanê minê 13 salî jî wê demê bi min re bû, lê dema ku ez bi ser xwe ve hatin ez bi ser xwe ve hatim, min dît kurê min ne li gel mine, ew winda bûye. Piştî rojan min kurê xwe di nexweşxaneyek Mêrdînê de dît. Perasuyên kurê min şikestîbûn, bi guleyan laşê wî qulqulî bû, ew bi zorê vegeriya jiyanê. Dema ku ber ser xwe ve hat jî qet deruniya wî baş nebû. Hîna dibêje dengê şikandina perasuyê mirovan li ber guhê minin. Kurê min dibin cenazeyan de mabû. Ew jî avêtibûn nava wesayîta cenazeyan. Di morga nexweşxaneyê de ji dan û sitandina nefesê hîsdikin ku ew jiyan dike. Hîna hişê kurê min ne diriste."

'Bedena bêcan a jinekê di nava çem de rengê avê guherî bû sor'

Ji şahidan yek jê Kader Kurt. Kader jî wiha qala wê demê kir: "Ez li gel kurê xwe wê demê li wê bûm. Bi carekê re min dît tang ser me re derbasbûn. Ez li gorî şans xilasbûm, lê ji wê demê sax mayîn jî êdî çawan mirov ser xwe ve dikare bê? Ji miriyan gir çêkirin, yên birîndar û sax jî îskence dikirin. Gelek kes jî bi îskencê qetilkirin. Jinan xwe li pêşiya zarokên xwe dikirin pêjan. Bi wî awayî jî dan ser wan û bi zarokên wan ve qetilkirin. Jinekê xwe avêt avê, bi wî awayî jî gulebaran kirin û qetilkirin. Rengê çem ji ber xwînê hat guhertin. Bi wan kincên rengareng di nava avêde bedenên bêcan diçun hîna li ber çavê mine. Jinên kefîsipî li pêş bûn, li peyî wan jî bedenên bê can ber bi bêdawîtiyê ve dihatin oxirkirin. Kurê min jî wê demê xwe avête çem û ji lingê xwe birîndar bû. Piştî rojan nû kurê min hat malê, piştî wê demê jiyana me pir hat guhertin."

'Kefiya xwişka min a sipî ji xwînê sorbûyî li pêş û bedena wê ya bêcan jî li ser girê cenazeyan bû'

Welatiyê bi navê Cemal Uçar jî wiha qala wê demê kir: "Bi şev li hemû deriyan geriyan û gel bangî berxwedan zindî kirin. Mediyaya deshilat wê demê nûçeyên weke 'terorist hatin îmha kirin' servîs dikirin. Dayîka min li malê bû, neha ji bo ku ez hêzê bigirim xwişka min a 12 salî û kefiya serê xwe ya sipî li gel min şand. Di dema êrîşê de xwişka min ji xwe çu. Ew jî avêtin ser girê cenazeyan. Hîna ew kefiya sipiya di destê wê de bi hişkî girtî disekinî. Bi biriyarbûn girtina wê kefiya sipî li ser girê cenazeyan ticarî ji ber çavê min naçe. Wê tişt ji bo wê kevneşopiya agirê Newrozê bûye. Me vî agrî bi bedelan geş kiriye. Ji ber wê ye ji her êşan me ders derxistiye û bi înat em ber bi aştiyê ve diçin..."

(zt)