Li Amedê hemû rêyên diçin cihê kombûnê girtîne
12:25
Kanûn
14
/ 2015
JINHA
AMED - Hemû rêyên diçin Esma Ocak a ku cihê kombûna gelê Amedê ya ji bo meşa rakirina dorpêça Surê girtîne.
Bi rojane Amed ji bo rakirina dorpêça ser Surê ser lingane. Dê Amed li Esma Ocak bigihin hev û ji bo rakirina dorpêçê bimeşin. Ji serê sibê de hemû kepenek girtîne. Di serî de Peyas û Rezan hemû tax diherikin cihê kombûna meşê. Li aliyê dinê hemû rêyên diçin Esma Ocak cihê kombûna maşê ji aliyê polîsan ve hatine girtin. Destur nayê dayîn ku ti wesayît ber bi qadê ve biçin.
(zt)