Li Cizîr û Silopiya qedexeya derketina kolanan

12:38

JINHA

ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ku ji navçeyên Cizîr û Sîlopiyê mamoste vekişand, îro jî daxuyanî da. Walîtiyê daxuyand ku li herdu navçeyan îro bi şev saet di 23.00'yan de qedexeya derketina derve dest pê bike.

Bi qedexeya derketina derve ye pêkanînên îmhakirinê dikeve dewreyê û, piştî ku duh ji Cizîr û Sîlopiyê mamoste hatin vekişandin walîtiya Şirnexê biryara qedexekirina derve îlan kir. Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê de hate gotin ku îro bi şev saet di 23.00'yan de dê li herdu navçeyan qedexeya derketina kolanan dest pê bike. Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê de wina tê gotin: "Li navçeyên me Sîlopî û Cizîrê ji bo endamên rêxistina terorê ya çudakar bên bêbandorkirin, mayin, barîqat û xendekên ku ji aliyê rêxistina terorê ve hatine bi cihkirin bên berterefkirin di 14,12.2015'an saet di 23.00'yan de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin."

(zt)