Yekîtiya Star çû serdana birîndarên Til Temirê
12:47
JINHA
QAMIŞLO - Bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star îro heyetek ji bajarê Qamişlo çû serdana birîndarên ku di encama êrîşê çeteyên DAIŞ'ê yê li bajarê Til Temir pêk hatî de kirin.
Di 10'ê Kanûnê de bi hevkariya Hikûmeta AKP'ê çeteyên DAIŞ'ê êrîşê bajarê Til Temir kiribûn û di encama êrîşa ku sivîlan lê hedef girtine de piranî jin û zarok jiyana xwe ji dest dabûn. Îro bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star heyetek çû serdana birîndarên bajarê Til Temir. Di heyata ku ji 10 kesan pêk tê de, endamên Saziya Malbatê Şehîdan, Rêxistina Sara, Meclîsa Qamişlo, Saziya Aborî û Endamên Rêveberinê yê Rêxistina Yekîtiya Star cih girtin.
Heyet piştî serdanên malbatên şehîd û birîndaran dê daxuyaniyek li dijî êrîşên hember gelê Kurd bidin.
(zk/rc)