Bi hezaran welatî ber bi Surê ve dimeşin

13:29

JINHA

AMED - Ji bo şikandina dorpêça ser Surê li Esma Ocak welatiyên kombûne rastî mudaxeleya polîsan hatin. Piştî mudaxeleyê bi hezaran welatî gihan hev û ber bi Surê ve meşiyan.

Dema ku li Esma Ocak ê welatî kombûn ji bo rakirina dorpêça ser Surê rastî mudaxeleya polîlan hatin, piştî mudaxeleyê cardin bi hezaran welatî kombûn û ber bi Surê ve dest bi meşê kirin. Li Peyasê welatiyên kobûne bi wesayîtan ber bi herêmê ve ketin rê. Li ber avahiya DBP'a Rezan jî welatiyên kombûne derketin ser Cadeya Sento û ber bi Surê ve dest bi meşê kirin. Piştî mudaxeleyê bi hezaran welatî ber bi Surê ve dimeşin. Piştî meşê di navê de Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag û parlementer jî heyî girse ji aliyê polîsan ve rastî mudaxeleya bi ava şid û gaza îsotan hat.

Li Surê êrîş giran bûn

Li aliyê dinê êrîşên ser Sura 12 rojin dibin dorpêçê de her diçe zêde dibe. Di êrîşan de hat zanîn ku li Surê sê mal şewitîne. Ji ber bombaataran li gel malên welatiyan û cihên kar, deverên dîrokî jî texrîp dibin. Di saetên serê sibê de Paşa Hamamiya dîrokî ku berê hatibû şewitandin cardin ji ber êrîşên giran agir pêket. Ji ber bombaatara ku bi avahiyek li nêzî Mizgefta Kurşunluyê ket 5 welatî birîndar bûn.

(zt)