Li Kerboranê birîndar piştî çend saetan hatin girtin
13:35
JINHA
MÊRDÎN - Dorpêça li Kerboranê di roja 4. de berdewam dike. Li Kerboranê dayîka zarokê birîndar M.A (16) Sacîde Gezgîncî (26) û dapîra wî Hatîce Gezgîn (45) dema xwestin M.A xilas bikin hatin gule baran kirin. Jinên ku bi giranî birîndar bûne ji aliyê gel ve gihandin ambulansê û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Hat îdîa kirin ku M.A a ku ji nexweşxaneya Kerboranê sewikî Nexweşxaneya Dewletê yê Midyatê hat kirin jiyana xwe ji dest daye.
Dorpêç û qedexeya derketina derve li navçeya Kerborana Mêrdîn di roja 4. de berdewam dike. Li hember navçeyê serê sibê êrîşên giran cardin despêkir. Taxa Safa a ku di bin êrîşên giran de maye, hat zanîn ku zarokê bi navê M.A (16) di encama êrîşê de, bi giranî birîndar bûye. Dayîka zarokê birîndar M.A (16) Sacîde Gezgîncî (26) û dapîra wî Hatîce Gezgîn (45) dema xwestin M.A xilas bikin hatin gule baran kirin. Jinên ku bi awayek giran birîndar bi saetan tevî zarokê xwe li bendê alîkariyê man. Zarok û jinên birîndar bûyî gel gihandin ambulansê û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Piştî mudexeleya despêk welatiyan sewkî Nexweşxaneya Dewletê yê Midyatê hat kirin. Derbarê rewşa birîndaran a dawiyê de tu agahî nehatine bidest xistin lê belê tê îdîa kirin ku M.A yê ku bi giranî birîndar bûye jiyana xwe ji dest daye.
Hat zanîn ku welatiyên ku birîndaran re hatine nexweşxanê ji aliyê polîsan ve ji nexweşxanê birin qereqolê.
(rc)