Ji bo Surê çalakî belav dibin
14:09
JINHA
AMED - Dema ku gel li heberî qedexeya ser Surê derketin kolanan rastî mudaxeleya polîlan hatin, piştî mudaxeleyê ser cadeyan welatiyan rê li trafîkê girtin, polîsan bi guleyên rastî mudaxeleyî welatiyan kirin. Niha jî çalakiya deng derxistinê li her derê belav bûye.
Dema ku ji bo rakirina dorpêça Surê welatiyan dest bi meşê kirin rastî mudaxeleya polîsan hatin û barîkat danîn. Li gel barîkatan jî welatî herikîn Meydana Deriyêçiyê. Di navê de Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag û parlementer jî di navê de li Meydana Deriyêçiyê girseya gel rastî mudaxeleyê hat. Di nava rojê de 3 car welatiyên ku di saet 12.00'an de ji bo rakirina dorpêça ser Surê kombûne rastî mudaxeleya polîsan hatin. Li gel mudaxeleyê jî welatiyan kolan ne terikandine. Welatiyan rê girtine û bi diruşmên weke "Bijî berxwedan Surê" berxwedanê mezin dikin. Li Ofisê polîs guleyên rastî bikartînin, welatî jî çalakiya deng derxistinê berdewam dikin. Rêya ji Koluyoluyê diçe Ofisê hatiye girtin welatî diruşman bilind dikin.
Li aliyê dinê jî polîsan ser Otela Dives a Deriyê Mêrdînê de girtin û di navê de 15 xwendekarên lîsê jî heyî gelek kes girtin binçavan.
(zt)