Weqfa Jina Azad salvegera xwe pîroz kir

14:30

JINHA

QAMIŞLO - Weqfa Jina Azad a kantona Cizerê li navenda TEV-DEM'ê salvegera avakirina xwe a 1. bi şehiyekî pîroz kir.

Weqfa Jina Azad a Kantona Cizîrê li Navenda TEV-DEM'ê îro salvegera avakirina rexistina xwe a 1. bi şehiyekî pîroz kir. Şehî bi tevlîbûna Saziyên Civaka Sivîl a Kantona Cizerê û Rêxistina Ciwanên Ewropa bi dirûşma "Bi azad kirina jinê civak dê azad bibe" pêk hat. Şehî bi deqekî rêzgertinê dest pê kir. Dûvre li ser navê Weqfa Jina Azad Axîn Amed nirxandin kir û salvegera avakirina rêxistinê diyarî tevhî şehîdên şoreşa Rojava kir. Axîn destnîşan kir ku ew di sala 2015'an de gavên pêşketinê ên girîng bi dest xistine û bûye hêviya hêzê çareseriyê. Axîn anî ziman ku di sala 2016'an de ew ê li Efrîn, Şengal û Kobanê rêxistina xwe bi hêz bikin û xwedî li nirxê şehîdên şoreşê derbikevin. Axîn bi wesîleya salvegera rêxistinê a 1. tevahî jinan silav kir û wiha dawî li gotina xwe anî, "Bi azadiya jinê re em ê azadiya Rojava bi dest bixin."

Piştî axaftin û peyamên pîrozbahiyê ên li ser navê rêxistinê hatine, hatin xwendin, şahî bi gerandina govendê û stranan bi dawî bû.

(re/rc)