HPC bi tevlîbûna jinan berfireh dibe
14:55
JINHA
TIRBESPIYÊ - Li bajarê Tirbespiyê 15 jin perwerdeya xwe qedeandin û beşdarî nava Hêzên Parastina Civakî (HPC) bûn.
Li bajarê Tirbespiyê a Kantona Cizîrê 15 jin perwerdeya parastinê dîtin. Perwerdeya ku 25 rojan domandiye îro bi merasîmek li herêma Bendava Mizgeftê hat bi dawî kirin. Di merasîma bi dawî kirina dewreyê de, Endama Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Tirbespiyê, Rojda Bagok û Endamê Fermandariya HPC’ê yê bajarê Tirbespiyê, Ebdilxenî Silêman û bi dehan endamên jin ên HPC’ê amade bûn. Di destpêkê de Rojda diyar kir ku parastina civakê li ser milê her kesî dikeve û got: “Avakirina Hêzên parastina cewherî yên taybet a jinan, nîşan dide ku jina Rojava di hemû qadan de, pêşengiyê dike.” Piştî ku axaftin bi dawî bû, endaman sonda leşkerî xwarin û gotin ku ew ê ji bo parastina civaka xwe tiştê ku ji wan tê xwestin pêk bînin û tiştên ku di dewreyê de fêr bûne bi jiyanî bikin.
Di dawiya merasîmê de endaman govend gerandin.
(rc)