Polîsên Tirk li Amedê 2 kes qetil kirin
15:28
JINHA
AMED - Li Amedê, bi armanca şikandina dorpêçiya navçeya Sûrê, girseya gel daket kolanan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Ji ber van êrîşan çalakî li tevahiya bajêr belav bû.
Li Amedê, polîsên Tirk êrîşî girseya gel a ji bo şermezarkirina êrîşên li hemberî navçeya Sûrê daketibû kolanan kirin. Di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li kolana Ofîs Gevranê, êrîşên hêzên dewletê û berxwedana gel a li hemberî êrîşan dewam dikin. Ciwanan li hemberî êrîşan bend danîn, agir dadan û rê li çûn û hatinê girtin. Lê belê polîs û tîmên taybet ên Tirk bi guleyên rastî êrîşî ciwanên li Koşûyolû û Yenîşehîrê kirin. Ji taxa Koşûyolûyê hînê dengê çekan tê.
Di êrîşa polîsa a li vê derê de 3 kesan birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Baglarê ya taybet. Ji birîndaran 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nasnameya welatiyên jiyana xwe ji dest dane Şerdil Cengiz (21) û Şiyar Salman 21 saliye.
(rc)