Piştgiriya berxwedana Kerboranê
15:58
JINHA
MÊRDÎN - Jinên ku êrîş û dorpêça ser Kerboranê protesto dikin, li pêşiya barîqata jandarmayan dest bi çalakiya rûnişkandinê kirin.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê qedexeya derketina kolanan û dorpêç di roja 4. de berdewam dike. Ji bo protestokirina êrîşên ser navçê, Parlementera HDP'a Mêrdîn Gûlser Yildirim, siyasetvan û jin berê xwe dan Kerboranê. Lê belê li gundê Serdê ji aliyê leşkeran ve hatin asteng kirin. Gûlser Yildirim bertek nîşanî astengiya leşkeran da û diyar kir ku kiryarên tên kirin dervî hiquqiye û wiha got, "Evder ax û warê meye û hun derbasbûna me asteng dikin." Gûlser destnîşan kir ku li hember gelê Kurd şerek fîîlî tê pêk anîn û wiha domand: "Li vir gotina Welî û Qeymaqem jî derbasdar nabe, gotina polîs û leşker jî derbas nabe. Ev gel ji sedî 90'î deng daye parlementerên xwe, destûr nadin parlementer bikevin hundir. Ew ê hesabê vê yekê bê pirsîn, dîrok dê van hemû kiryaran binvîse. Li hundir çi dibe em nizanin. Em dixwazin birîndar û cenazeyên xwe bistînin."
Piştî axaftina Gûlser nîv saet çalakiya rûnişkandinê pêk hat. Di vê navberê de leşkeran xwast dayîkek bigre binçavan, lê gel destûr nedan vê yekê. Gel ber bi navçeya Nisêbînê ve bi rêket.
(rc)