'Li van kolanan min zarokê xwe wenda kir terk nakim'

16:37

JINHA

ŞIRNAK - Gelê Cizîrê li hember qedexeya derketina kolanan tedbîrên xwe werdigre. Gurbet Çagdavul yê ku kurê xwe di dorpêç û êrîşên ser Cizîrê de wenda kiriye wiha got, "Berî vê jî min xaniyê xwe terk nekir. Li van kolanan min kurê xwe wenda kir. Eger ez her 4 zarokê xwe wenda bikim jî ez ê vir terk nekim. Ez van kolanan bi qesra Erdogan nadim."

Li navçeya Cizîra Şirnexê ji şevê din sewka leşkeran pêk tê û mamoste navçeyê terk kirin. Piştî Weliyê Şirnexê îro li navçeya Silopî û Cizîrê qedexeya derketina kolanan îlan kir gel dest bi tedbîr werigirtina pêdiviyê jiyanê kir. Li navçeya Cizîrê di 4 mehan de 5 caran qedexeya derketinê lê tê îlan kirin, gel dibêje ew ê taxên xwe terk nekin.

'Ez ê kolanên xwe terk nekim'

Gurbet Çagdavul di dema dorpêça 9 rojan ya li ser navçeya Cizîrê kurê xwe Saît Çagdavul wenda dike. Gurbet got, "Gelê Cizîrê wê di hundirê malan de nemînin û her dem li kolanan bin. Berî vê jî min mal û kolanên xwe terk nekir. Kurê min şehîd ket, ez hîna li kolanên xwe me û ez ê neçim cihek din. Ez dayîkê Saîtim ez ê neçim cihek din. 4 Zarokên min ên din hene hemû şehîd bikevin jî ez ê cardin kolanên xwe terk nekim. Ez van kolanan bi qesra Erdogan nadim. Kolanên me hêjayî tevahî Tirkiyê ye."

'Ên ku direvin karmendên hatine bişavtine'

Gurbet da zanîn ku ew li Cizîrê hatî dinê û mezinbûye û wiha pêde çû: "Min nanê vî warî xwariye, ez ê tu caran terk nekim. Ez ê neçim bajarê tirkan û nebim karkerê wan." Gurbet li ser gotinên ku Cizîr vala dibe jî nirxand û wiha got, "Ev yek ne raste, her kes li cihê xwe ye. ên ku direvin karmendên hatine bişavtine. Gelê Cizîr li vire." Gurbet di dawiyê de anî ziman ku dewleta dixwaze bi polîtîkayê şer vîna gelê Cizîrê bişkîne û wiha domand: "Bila dewlet xwe mijûl neke, gelê Cizîr natirse. Cizîr wê serê xwe ji polîtîkayên komkujiya dewletê re netewîne û dê têkoşîna xwe mezin bike."

(rc)