Tax û kolanên Amedê di berxwedana Surê denin

16:45

JINHA

AMED - Li hemû tax û cadeyên navçeyên Rezan, Peyas û Yenişehirê li hember dorpêça Surê di berxwedanê denin. Gelê Surê jî li hember dorpêçê derketin kolanan.

Li Amedê welatiyên Surê derketin kolanan destbi çalakiyan kirin, çalakî li hembû bajêr belav bûye. Li navçeya Rezan jî di serî de cadeyên Sento, Dortyol, Emek û Hatoyuyê, li semtên polîs okulu û cezaeviyê jî çalakî berdewam dikin. Li hemû tax û ser hemû cadeyan barîkat hatine danîn. Rê ji tirafîkê re hatine girtin û ser cadeyan agir vêxistine. Li Rezana ku dengê diruşman kêm nabin polîs bi ava şid û gaza îsotê mudaxele dike. Hat zanîn ku li Rezanê 3 kes girtine binçavan.

Li navçeya Peyasê di serî de li taxên Huzurevleri, Diclekent û Peyasê welatî derketine qadan ser rêyan agir vêxistine û rê girtine. Li navçeya Yenişehîrê jî Seyrantepe, Ofis û Şehitlik agir hatine vêxistin û diruşme bilind dibe. Li gel mudaxeleya polîsan jî çalakî berdewam dikin.

Welatiyên Surê jî li qadanin

Polîsan bi guleyên rastîn 2 welatî qetilkirin. Li Koşuyoluyê jî welatiyan xendek kolane. Li navçeya Surê li 3'ê taxên qedexeya kolanan lê berdewame û ser Cadeya Melikahmet welatî daketin qadan bi mudaxeleya polîsan re pevçûn berdewam dikin.

(zt)