Bijîşk Ayten İnan ji bo Surê dest bi çalakiya runiştinê kir

16:53

JINHA

AMED - Bijîşka bi navê Ayten Înan a ku di qatlîama Pirsûsê de bi birindarî xilas bû ji bo şermezarkirina qedexeya li navçeya Surê li Qada Şêx Saîd çalakiya Rûniştinê li dar xist.

Bijîşka bi navê Ayten Înan a ku di qatlîama Pirsûsê de bi birindarî xilas bû ji bo ku qedexeya li ser navçeya Surê ya Amedê şermezar bike li qada Şêx Saîd çalakiya rûniştinê li der xist. Ayten anî ziman ku divê di demeke kin de deriyê Sûrê bê vekirin û nirxandina "Gelê Surê divê bi xwîşk û bira û dayikên xwe ve bên cem hev. Bila tu kes nemirin. Em dixwazin di nava aştî û aramiyê de bijîn. Bila ev zilm bi dawî bibe" kir. Ayten nêzî 2 saetan çalakî pêk anî piştî mudaxaleya polîsan çalakiya xwe bi dawî kir.

(zt)