Ji bo berxwedana Nisêbînê banga çalakiyan
17:41
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê cara 6. qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Li hember qedexeyan û êrîşên hêzên dewletê Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok banga xwedîderketina berxwedana li Nisêbînê û derdorên demokratîk kir û got ku pêwîste her dever bibin qadên berxwedanê.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê qeymeqamiya navçeyê ve cara 6. "qedexeya derketina kolanan" hate îlankirin. Bi destpêka qedexeyê re li ser 4 taxên ku qededexe li ser hate îlankirin êrîşên hêzên dewletê jî yên li dijî taxan destpêkir. Li hember êrîş û qedexeyê Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok banga lezgînî ya xwedî derketina berxwdanê û çalakiyan li herkesî kir. Cengîz diyar kir ku li hember qedeya li ser 4 taxên Nisêbînê di serî de gelê Nisêbînê û her dever xwedî li berxwedana Nisêbînê derkeve û got ku pêwîste ji welatiyan heta derdorên demokratîk li tevahiya Kurdîstanê dest bi çalakiyan bike.
Cengîz destnîşan kir ku li hember qedexe û êrîşan her dever û her kes berteka xwe deyne hole û got ku ji îro pê ve li hember êrîşan gelê Nisêbînê çalakiyên deng derxistinê pêk bîne. Cengîz banga her dever bibe qada berxwedanê li gel kir.
(bg/rc)