Li Amedê polîsên Tirk jinek birîndar kir
18:01
Kanûn
14
/ 2015
JINHA
AMED - Li Amedê çalakiyên şermezarkirina qedexeya derketina derve ya navçeya Sûrê hatin lidarxistin de jina bi navê Ayşe Aytekîn hate birîndarkirin.
Li Amedê êrîşên polîsan li dijî berxwedana gel a ji bo navçeya Sûrê berdewam dike. Di encama êrîşên gulebarana polîsên Tirk de jina bi navê Ayşe Aytekîn ji lingê xwe hat birîndarkirin. Ayşe a ku rakirin Nexweşxaneya Sultanê piştî mudaxaleya yekemîn şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê.
Ayşe ,Engîn Kayar û Şaban Parlamiş ên li Rezan hatin birîndarkirin li nexweşxaneyê girtin emeliyatê.
(rc)