Li Nisêbînê êrîş despêkir

18:35

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê 6. care qedexeya derketina kolanan tê îlan kirin û êrîş despêkir. Li hember êrîşan gel dest bi berxwedanê kir.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî 6. qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin êrîş despêkirin. Li Taxên ku qedexeya derketinê lê hatî îlan kirin Dîcle, Firat, Abdulkadirpaşa û Yenîşehîrê car car dengê çekan tê. Li Kolana Çagdag, Qada Newroz, otogara kevin û Îpek Yolu bi dehan wesayîtên zirxî û polîs hatine bi cih kirin û êrîşê taxan dikin. Li taxan gel li hember êrîşan dest bi berxwedanê kirin.

(rc)