Cizîr bi gerandina govendê derbazî berxwedanê bû
20:30
JINHA
ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê yên ku li hemberî qedexeya derketina kolanan daketin qadan agir pêxistin û govend gerandin.
Welatiyên Cizîrê li hember qedexeya derketina kolanan a ku îşev hatî îlankirin despêkê pêdiviyên xwe dabîn kirin paşê jî derbazî berxwedanê bûn. Bi hezaran welatî li Taxa Nur daketin qadan û agir vêxistin. Li derdora agir bi diruşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" qedexe protesto kirin. Hevseroka Meclisa Gel Asya Yuksel û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ku ji peyîwirê hatî girtin jî di nava gel dene.
Jinên ku li peyî xendekan govend gerandin bi tilîliyan carekdinê derbazî berxwedanê bûn û gotin; "Emê taxên xwe neterikînin."
(ma/zt)