'Eger êrîş li bakûr bidome gelê Rojava dê sînoran nasneke'
09:01
Rûksen Efrîn-Rûken Dêrik/JINHA
RIMÊLAN - Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif êrîşa hikûmeta AKP'ê a li hember gelê Kurd şermezar kir û got, "Êrîş û polîtîkayê qirkirinê ya hikûmeta AKP'ê ên li hember îlankirina rêveberiya xweseriyê yê gelê Kurd li bakûrê Kurdistanê didome. Ev yek jî dewleta Tirk ber bi qeyran û aloziyên mezin ve dibe. Li gorî zagonên Navnetewî a cîhanî, gelê kurd di encama têkoşîna 40 salî de xwedî mafek rewaye ku xwerêveberin îlan bike û jiyana xwe bi rêxistin bike."
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif êrîşê dewleta Tirk yê li hember vîna xwerêveberin yê li bakûrê Kurdistanê nirxand. Hediye Yusiv di despêka axaftina xwede tevahî şehîdên bakûrê Kurdistan ên ku di encama êrîşên hovane yên hikûmeta AKP'ê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got, "Hovîtiya ku li hember gelê bakûr tê pêk anîn, dervê zagonê navnetewî a cîhanê ye. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe yê 40 salî xwedî mafek rewaye ku xwerêveberina demokratîk îlan bike û parastina xwe bike."
Hediye da zanîn ku gelê kurd ji bo azadî û wek heviyê bi salaye li hember siyaseta înkar û îmhayê têdikoşe û wiha domand: "Têkoşîna gelê Kurd li gorî rêgezên demokasiyê tên meşandin. Lê dewlet û hikûmeta AKP'ê bi êrîş û kiryarên dervî mirovahî bersiva gelê Kurdistanê dide. Îlankirina xwerêveberin mafê gelane. Ji bo aştî û çareseriya demokratîk di sala 2013'an de pêvajoya muzekare hat despêkirin. Pêvajoya ku bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatî despêkirin gelek guhertin bi xwe re çêkir. Lê helwesta dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP'ê a li hember pêvajoya diyalogê û çareseriya demokratîk vê rastiyê ji holê rakir û gav paşve avêtin. Di bê pîvanî de îsrar tên kirin. Hem ji bejahî, hem jî ji hewayî li dijî gelê kurd topbaranan pêk tînin."
'Gelê bakûrê Kurdistanê berxwedanek watedar dide'
Hediya da xuyakirin ku gelê kurd li hemberî hovitiya hikûmeta AKP'ê bi qerkirin çandî û siyesî bi îlankirin xweseriya dîmokretîk wekî mafekî rewa dan nîşandan û wiha got: "Em dizanin berdêlên ku gelê me dide bê dewî ye û bi watedare. Li Gever, Nisêbîn, Şirnex, Cizer û Amed qerkirin tên kirin û AKP'ê bi her rengî dixwaze vîna gelê kurd bişkîne. Em van kiryarên hovane şermezar dikin. Divê desthilatdarên AKP'ê vê yekê baş bizanibe ku, li beramberî hemû êrîşan dê vîna gel bi ser bikeve."
'Gelê Rojava dê herdem piştgirî bide berxwedana bakûrê Kurdistanê'
Di dewî de Hediye destnîşan kir ku, gelê kurd li kur dibe bila bibe wê êdî zilma dagirkeriyê nepejrîne û li berxwe bide û wiha got, "Li hember êrîşê hikûmeta AKP'ê gelê Rojava jî dê bê deng nemîne û bi çalakiya xwe piştgiriya xwe bide berxwedana bakûrê Kurdistanê. Divê were zanîn AKP'ê û alîgirên wî dê têk biçin. Eger dewleta Tirkiyê rêbazên xwe bi vî aweyî bidomînin gelê Rojava wê dem ê dê tu sînor nasneke. Li Rojava gel çawan li hember dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li berxwedan wê li hember AKP'ê jî vîna xwe biparêze. Gelê Rojava dê her dem piştgirî bide berxwedana bakûrê Kurdistanê."
(rc)