Jin û LGBTİ: Divê hemû welat çekan berdin û ser mafê jiyanê biramin

09:21

JINHA

STENBOL - Li hember qirkirin û binpêkirinên mafanê yên li Tirkiyê tên jiyandin jinan û LGBTÎ yan bangek wiha kirin: "Li Kurdistanê mirov di malan de tên girtin, jin û zarok rastî şidetê tên. Divê hemû welatên cîhanê dest ji çekan berdin bên giyana mirovan, heskirin û wekheviyê bidin jiyandin."

Li Tirkiyê mafê jiyanê tê binpêkirin, li Kurdistanê jî bi destê dewletê qirkirin tên jiyan kirin. Li aliyekê qirkirin tên jiyan kirin, li aliyê dinê jî hîna dewlet bi qirkirinên berê re ru bi ru nebûye. Li gel qirkirinên dewlet dike jî di nava yên weke yên dinê tên dîtin de LGBTÎ jî tên dîtin, tên qetilkirin û mafê wan ê jiyanê tên tinekirin. Li Tirkiyê ji 10 heya 17'ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan em rastî binpêkirinên mafan û qirkirinan tên.

'Hîna Demokrasi ji me gelek dure'

Endama Komisyona Şaxa ÎHD'a Stenbolê ya Lihember Windahiyên Binçavan Sebla Arcan diyar kir ku li Tirkiyê navenda mafê mirovan gelek hatiye lihevxistin û wiha domand: "Hîna pêvajoyên weke niha binpêkirinên mafan pir zêde nehatine jiyandin. Her roj em bi dorpêça bajaran, bombakirin û mirinê şiyar dibin. Ji xwe li Tirkiyê dî mafê mirovan dibin qirimê dene. hîna mafê mirovan gelek ji me dure. Demokrasî û hiquq gelek ji me dure."

'Wezîrê Malbatan xizmeta hişmendiya mêran dike'

Ji Komisyona Jinan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê Dilber Yuksel jî wiha axivî: "Zagonên ji bo jinan derxistine naxin meriyetê. Wezîrên ji malbatan berpirsiyar xizmeta hişmendiya mêran dikin. Jin li hember deshilatiya mêran rêxistina xwe mezin dikin û tekoşîna xwe xurt dikin. Ji bo avakirina aştî û aramiyê divê hemû jinên cîhanê deng bidin deverên şer lê heye. Îro li Kurdistanê mirov di malan de tên girtin, jin û zarok şidetê dibînin. Bila hemû welatên cîhanê çekan berdin, bên ser giyana mirovan, heskirin û qadên jiyana mirovan biramin."

'Tenê daxwaza min dade…'

Keça Huseyîn Taşkaya yê ku di 6'ê kanûna sala 1993'an de dibin çavan de hatî windakirin Serpil Taşkaya jî wiha got: "Ev 22 salin ez di vê qadê de mezin bûm. Tenê daxwaza me dad, dîtin û darezandina berpirsane. Bi salane hêviyek min çênebûye lê bi civîna me ya di sala 2011'an bi Serokwezîr re kême be jî hinek hêviyên min çêbûn. Ji ber ku xapandin, pergal heman pergale tenê rêbazên wê tên guhertin. Daxwaza me darezandina faîlane, ji xwe diyarin kîne. Em hestiyên xwe dixwazin, em dixwazin gorek me hebe em biçin ser."

'Em dixwazin bi azadî bijîn'

Ji Meclisa LGBTÎ yan a Konseya Bajêr a Kadikoyê Siyabend Kurdi jî balkişand ser cînayetên LGBTÎ yan ên bi nefretê dikin û wiha berdewam kir: "Em hemû LGBTÎ jiyanek azad dixwazîn. Em dixwazin bi tercîhên xwe jiyan bikin. Emê ji bo mafên xwe di qadan de têbikoşin. Emê li gel Dayîkên Şemiyê bi hev re tekoşînê bikin. Li ku hinek tên perçiqandin û mafê wan ji dest tê girtin emê li wê tekoşînê bikin. Em hêvîdarin ku di demên pêş de mafê mirovan bê Tirkiyê jî. Em wê demê mafê mirovan pîroz bikin."

(zt)