Tevgera Jina Kurd yê Ewropayê dest bi salek dagirtî a têkoşînê dike
09:22
Derya Bradosti/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera TJK-E Nursel Kiliç bandora şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jin pêk hatî nirxand û diyar kir ku ew ê demê pêş xebat ji bo jinên Êzidî bidin despêkirin û her wiha got ew ê ji bo azadiya girtiyê siyasî Zeynep Celaliyan dest bi kampanya bikin. Nursel her wiha da zanîn ku ew ê di 28'ê Çilê de li Parlementoya Fransayê derbarê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez de konferansek pêk bînin.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd yê Ewropayê (TJK-E) Nursel Kiliç bi rêxistinên jin yên Herêma Federala Kurdistanê re hevdîtin pêk tîne. Nursel Kiliç derbarê bandora şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jin pêk tê, têkoşîna jina Kurd a ku li Ewropa dide meşandin, her wiha plansazî û xebatên pêvajoya dema pêş yê TJK-E û kampanyên ku dê bidin despêkirin re agahî da ajansa me. Nursel di serî de pêşketinên li Rojava û bandora YPJ'ê yê li ser cîhanê nirxand û wiha got, "Rola şervanên YPJ'ê yê Kobanê, di rojeva tevahî cîhanê de cihek girîng girt. Ev bu hêvî ji tevgerên femînîst û tevahî hêzên dijî pergalê. Ev ronahî ji bo azadiya tevahî jinên cîhanê bu hevî."
'Jin şoreş di nava şoreşê de pêk anîn'
Nursel destnîşan kir ku pêşengiya YPJ'ê yê li Rojava bandorek mezin li ser jinên cîhanê kiriye û wiha got: "Ji ber jina kurd li wir ne tenê li hember dijminê xwe şerdikir, di heman demê de pêvajoya înşa kirina civaka nû pêk tanîn. Ya rastî jin şoreş di nava şoreşê de pêk anîn. Serkeftina ku li Kobanê pêk hatî, bi peradîgmaya mîmarê Tevgera Azadiya Kurdan Birêz Abdullah Ocalan a Konfederala Demokratîk bû." Nursel bal kişand ser Kantonên Rojava ên ku bi serkeftinên mezin hatine avakirin kir û wiha got, "Di projeya înşakirinê de mijarê bal dikşîne cihê jinan bû. Jin li her qadê nûnertiya xwe nîşan kiriye. Ji şaredariyê heya rêveberên Kantonê jin cihê xwe girtiye. Pêşengiya jin li rojava bi projeya ji nûde avakirina civakê cihek girîng girt. Ji salên 90'î heya niha xebat jinan li Ewropayê tê kirin, lê bi serkeftina Kobanê re gelek derî vebûn. Guhertina ku pêk hatî nêrînê tevahî cîhanê li hember tevgera jina kurd guhert. Hemû hêz û rêxistinên dijî pergalê xwe nêzî me kirin. Jina kurd ne tenê projeya bîrdozî hildigre di heman demê de projeya civakî jî pêk tîne. Di teoriyê de namîne her wiha pratika wê jî dike."
'Jinên cîhanê li dora projeyên me xwe birêxistin dikin'
Nursel da zanîn ku di berxwedana Ewropayê de gelek heyet ji Ewropayê çûne Rojava û wiha domand: "Bi mihan li wir man, ji ber xwe di nava jiyanê de dîtin. Wek qada azadkirina kesayet dîtin. Tevgera Azadiya Kurdan di vê pêvajoyê de hem di qadê siyasî hem jî navnetewî de rewatiyek bi dest xist. Ev pêvajo hem di warê bîrdozî hem jî di warê xebatên dîplomatîk de gihêşt astek bilind. Gelek perwerde û semîner divê mijara pergala konfederala demokratîk de hatin dayîn. Jinên cîhanê ji piştgirî zêdetir li dora projeyên me xwe bi rêxistin kirin. Wek tevgera jin ji pêvajoya xwe dane nasîn em derketin û derbasî pêk anîn û rêxistinbûnê bûn."
'Jinên Femînîst cihê xwe di înşa kirina Kobanê de digre'
Nursel di çerçoveyê xebatê de encamên ku derketine wiha parvekir: "Komîteyên dostanî û kolektîf hatin avakirin. Li Fransayê derbarê înşakirina Kobanê de femînistan kolektîfbûn avakirin. Ev kolektîf çû Kobanê dît û derbasî Pîrsûsê bû û pêre hevdîtin kir. Armanca vê kolektîfê yê bingehîn projeyên jin di înşakirina nû de avakirine. Xebat jî didome."
'Ji bo jinên Êzidî me proje dan despêkirin'
Nursel kampanya ji Qirkirina Jin re dawî a ku nêzî 4 salin berdewam dike nirxand û diyar kir ku di çerçoveyê vê kampaniyê de jinên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dîl girtin xebat dane despêkirin. Nursel anî ziman ku bi taybet ew li Ewropayê kampanya "Azadiya jinên Şengalê azadiya tevahî mirovahiye" dane despêkirin û got ku heya niha du heyet di çerçoveyê xebatê vê kampaniyê de hatine Herêma Federala Kurdistanê. Nursel bilêvkir ku ew kamp û malên ku Êzidî lê hene ziyaret kirine û wiha dirêjî da gotina xwe: "Xebatê me didome. Heyet ziyaretên xwe kirin rapor. Li hinek cihan jî rapor hatine parvekirin. Lê belê projeyek bi vî awayî derket holê. Divê derfetê jiyana aramî û bi tenduristî ji jinên Êzidî re bên avakirin. Di vê çerçoveyê de jî me xebat daye despêkirin û ev xebat jî didome. Bi hinek kampanyayan re piştgirî jî zêde bûn. Em armanc dikin ku vê xebatê derxin astek bilindtir."
'Ji bo azadkirina Zeynep Celaliyan em ê bikevin tevgerê'
Nursel diyar kir ku ew xebat ji bo azadkirina girtiyê siyasî Zeynep Celaliyan a ku di girtîgeha Îranê de rastî îşkenceyên giran hatî de dane despêkirin. Nursel destnîşan kir ku rewşa tenduristî a Zeynep Celaliyan her ku diçe girantir dibe û wiha pêde çû: "Îran bi tu awayî heyetên navnetewî qebûl nake. Di vê mijarê de me zehmetiyek mezin dijîn. Em jî di meqama navnetewî re, bi NY'e, Parlementoya Ewropayê de bi rêxistinên civakên sivîl, rêxistinên maf ên navnetewî re xebat pêk tînin. Em xebat bi raya giştî re pêk tînin. Zeynep Celaliyan berî niha bi îdamê dihat darizandin, lê piştî xebatên me ev biryar hat rakirin. Lê em dixwazin xebatê xwe kurtir bikin. Em plansazî dikin ku vê xebatê bi Komalên Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) re pêk bînin."
'Ji bo komkujiya Parîsê bê ronîkirin çalakî didomin'
Nursel da zanîn ku ew xebat derbarê ronîkirina komkujiya siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a ku di 9'ê Çilê sala 2013'an de pêk hatî didomînin û wiha got: "Ji bo ku cînayet bê ronî kirin û di tarîtiyê de nemîne me gelek çalakî li darxistin. Li Ewropayê ev xebat didome. Di warê rêxistinî de sê salin em çalakiya a bê navber didomînin. Her sal ji bo bîranîna jinên Kurd ên şoreşger li navendê em meşek li dardixin. Piştî komkujiyê komîsyona Edelet û Heqîqetê hat avakirin. Li gorî pêşveçûnên dosyayên komîsyonan encam tên parvekirin. Ji bo em zorê bidin aktorên siyasî û Hikûmeta Fransayê, li Senatoyê Fransayê me konferansek li darxistibû. Ev yek bandoriyek girîng da avakirin. Her wiha ji bo xebatên me ên dîplomatîk me ji hikûmetê re pêşniyazname pêşkêş kir."
'Derbarê komkujiya Sakîne, Fîdan û Leyla de wê konferans pêk were'
Nursel anî ziman ku ji bo ronîkirina komkujiyê ew ser navê Koordînasyona Koma Dostanî yê Kurdistanê a Fransayê ji serokomar û serokwezîr re neame şandine û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li aliyê din xebatên me ên dosya pêk hatin. Her wiha roportaj, nivîsên hevaltî ên biyografî û xebatên bi dîmen pêk hatin. Em ê tevî Koordînasyona Piştevaniya Kurdistanê ya Fransayê, Nûnerên Jinên Kurd ên Navnetewî, Konseya Demokratîk ya Fransayê ve ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê, li Parlamentoya Fransa di 28'ê Çilê de konferansek li darbixin. Armanca konferansê gotûbêjkirina bûyerê di warê hiqûqî de ye. Em difikirin ku tevlî parêzer, rêxistinên civakên sivîl, dozgerên navdar ên Ewropayê û rêxistina jinan berî dadgehê konferansa xwe li darbixin."
'Derbarê cînayetên siyasî de wê platform bê avakirin'
Nursel destnîşan kir ku lêpirsîna komkujiya Parîsê hatî girtin lê belê di meha Tîrmehê de derket holê ku bersûc Omer Guney têkiliyê wî bi MİT'ê re heye û wiha berdewam kir: "Di merhale piştre de doz dê çawan bê rêvebirin em ê bibînin. Ev yek li Fransayê yekem e. Li Fransayê 25 cînayetên siyasî pêk hatine û nehatine ronî kirin. Û cara yekeme ku li Fransayê nîşanî servîsek tê kirin. Nîşanî servîsek dewletek cuda tê kirin û ev yek jî girînge. Dê çawan bê darizandin, dadgeh wê çawan bi encam bibe hîna wek pirsnîşaneke ji bo me. Derbarê cînayetên siyasî de em difikirin platformek avabikin."
(rc)