'Bila dayîkên leşker û polîsan jî bên em li hemberî şer li berxwe bidin'
09:23
JINHA
MÊRDİN - Ketin û derketina Kerboranê girtiye. Dayîkên di ketina Kerboranê de sekinîne gotin: "Berxwedan berdewame, ji çekên Erdogan re derbasbûn nîne."
Di roja 5 an de li Kerbotanê qedexeya derketina kolanan û êrîş berdewam dikin. Çalakiya jinan di ketina navçeyê de li hember êrîş û dorpêçê berdewam dike. Jinan diyar kirin ku li hember gelê kurd şerek topyekun dane despêkirin û wiha gotin: "Tenê ne polîs weke tê dîtin bi tangan dikevin hindirê bajêr û mirovan qetildikin."
'Bila dayîkên leşker û polîsan bên em bi hev re di berxwedanê debin'
Nebile Akay bertek nînşanî êrîşên ser Kerboranê da û wiha domand: "Zark hev dikujin. Leşker bi çekên di destê xwe de me dayîkan tehdîd dikin. Belê sedema vê çiye? Çima Erdogan heskiriyê kursiye û zarokên xwe ji bo xwendinê dişîne Ewrupa. Çekdide destê leşkeran û rêdike mirinê. Dibe ku gelek dayîk hîna nizane zarokên wan li vanderan di nava vî şerî denin. Bila binêrin zarokên wan çî dikin, ser vê axê mirovan qetildikin. Em ji bo zarokên xwe ji mirinê re amadene, ger hun jî amadene werin em bi hev re li vêderê runin û pêşiya şer bigirin."
'Gel dixwaze xwe bi xwe rêve bibe'
Dayîkek dinê a bi navê Hanim Babe jî wiha axivî: "Em ji Kerboranê agahî nagirin, li wê çî dibe em nizanin. Ji bo aştiyê ez hatime canê xwe bidim. Bi mehane em li ser rêyên Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Farqînê bê navber çalakiyan dikin. Sedemek vê heye. Niha leşker û polîsên çekan li me rast dikin jî em naxwazin bên kuştin. Hîna em tênegihiştîne, em kurd êrîşî ser mal û milkê kesê nakin, tenê em dixwazin bi meclisên xwe axa xwe rêve bibin. Em dixwazin weke gel xwe bi xwe rêve bibin gelo ziyana vê ji bo kê heye?"
'Hun kê ji ser axa kê derdixin?'
Ayşe Hezel a ku ji bo Kerboranê ketiye ser rêyan jî bilêv kir ku her roja diçe êrîşên ser gelê kurd zêde dibin û wiha berdewam kir: "Çî dibe li dayîkan dibe, herî zêde dayîk êrê dikişînin. Lê ez ne li hemberî rêveberiya cewherî me. Ji hemû bajaran agahiyên mirinê tên. Diyare ku rêveberiya cewherî ji bo kurdan ferz û jênegere, ji bo wê ye em ewqas rastî êrîşan tên. Erdogan me nîşan dide û dibêje; 'Ezê terorîstan temîz bikim.' Gelo hun kê ji ser axa wan derdixin? Ger navê aştî û aramî xwestinê terorîstbe wêdemê ez jî terorîstim."
(zt)