Di akademiya xwerêveberin de perwerde despêkir
09:24
JINHA
ŞIRNEX - Piştî gel xwerêveberin bi vîna xwe îlan kir li Taxa Dîcle yê Şirnexê koma ku ji 20 kesan pêk tê dewreya perwerdê dan despêkirin. Ji mamosteyên dewrê Mehmet Sumbul, agahiya ku ew ê li gelek taxên bajêr perwerde bidin despêkirin da.
Yek ji cihên xwerêveberin lê hatî îlankirin Taxa Dîcle ya Şirnexê ye. Li taxê dewreya perwerdê ya Akademiya Zanist û Ronakbirya Şehîd Erdal hat despêkirin. Di dewreya ku ji 20 kesan pêk tê, wê ji materyalên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sûdê bigrin û li ser mijarên, dîroka demokrasiyê û şaxên wê, felsefe, zanist, çand, huner, netewa demokratîk, meclîs, komîn û xweseriya demokratîk perwerde bên dîtin. Mamosteyê Akademiyê derbarê girîngiya akademiyê de nirxandin kir.
'Em ê bi perwerdê re xwe amede bikin'
Mehmet derbarê girîngiya perwerdê de wiha got: "Eger heya îro di mijara kurdbûnê de pêşketin hebe, ew jî bi wesîleya perwerdê pêk hatiye. Ji ber vê perwerde ji bo gelê me girînge. Perwerdeyên me di çerçoveya xweseriyê û lingên wê ên bingehîn wek meclîs û jiyana komînal ve rêvediçe. Yê girîng ji bo me bi perwerdê re xwe amede kirine û têgihêştine. Da ku piştî perwerdê vê rastiyê bi gel re em parvebikin. Yê ku li vir tê jîn nirxê Rêber Apo û şehîdan e."
'Perwerde wê li tevahî taxan despêbikin'
Memet da zanîn ku ew ê berdewamiya avakirina akademiyan bê û wiha domand: "Ev dewre ji bo pêvajoyek e. Wê li her taxên me perwerdeyên bi vî rengî despêbike. Pêdiviyê gelê me bi fêmkirina rastiyê û wate dayînê heye. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje 'pêdivî bi perwerdê ji nan û avê zêdetir heye'. Di vê mijarê de tiştên ku ji destê me bê em ê pêk bînin."
(rc)