Li Silêmaniyê jinên ciwan piştgiriya gelê Bakur kirin

09:25

JINHA

SİLÊMANÎ - Bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan li Zanîngeha Silêmaniyê çalakiyek ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ser Bakurê Kurdistanê û piştevaniya bi berxwedana gel re hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan li Zanîngeha Silêmaniyê êrîşên dewleta tirk ser Bakurê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi tirkan re hat şermezar kirin. Di çalakiya protestokirinê de Dilxweş Ebdulwehab axivî û got: "Êrîşên dewleta tirk ser gelê Bakurê Kurdistanê bi hovane berdewam dikin. Li hember êrîşan berxwedana gel jî bê navber berdewam dike. Em jî piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gel nîşan didin. Emê ticarî desturê nedin hişmendiyên AKP û DAIŞ'ê ser axa me bên jiyandin. Em hevkariya PDK'ê ya bi wan re jî şermezar dikin. Ji bo hişmendiya wan a qirkirinê li ser vê erdnîgariyê bê derxistin çî bê xwestin emê bikin."

Li ber Mizgefta Mezin a Silêmaniyê jî welatî kombûn û hatina leşkerên tirkan a Musilê şermezar kirin. Welatiyan diruşmên weke; "Başur biterikînin herin, destê xwe bi xwîna me nekin" berzkirin.

(şb/zt)