Amed zarokên xwe oxir dike
09:28
JINHA
AMED - Cenazeyên ciwanên bi navê Şerdil Cengîz û Şiyar Salmanên duh ji aliyê polîsan ve li Amedê hatin qetilkirin, îro piştî merasîma cenazeyê ya li Parka Koşuyoluyê dê werin definkirin.
Gelê Amedê duh li hemberî dorpêç û êrîşên komkujiyê yên li Sûrê li her derê bajar çalakiyan pêşxist û rabû serhildanê. Polîsên ku çalakiyên gel ranegirtin li gelek cihan êrîşî gel kirin. Di êrîşa polîsan de 2 ciwanên bi navê Şerdil Cengîz (21) û Şiyar Salman (19) li navçeya Rezan di nav rojê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Gelê Amedê dê îro her 2 ciwanan bi girseyî oxir bike. Li bajêr îro jî hemû dikan girtî ne, xwendekar neçûne dibistanê. Ji bo her 2 ciwanan destpêkê di saet 10.00'an de li Parka Koşuyoluyê merasîma cenazeyê were lidarxistin. Piştî merasîmê dê cenazeyên ciwanan li Goristana Yenîkoyê werin definkirin.
Li aliyê dinê di serî de li navçeyên Lice, Bismil û Erganî li hemû navçeyan esnafan derabê dikanên xwe venekirine.
(zt)