Li Nisêbînê darabe nehatin vekirin

10:31

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê esnafan bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser 4 taxan dikan venekirin. Her wiha tevahiya şevê jî ji 4 taxan tengê teqîn û çekand bilind bû.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê êrîşên li ser taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Dîcle û Firatê berdewam dikin. Tevahiya şevê êrîşan berdewam kir û dengê çek û teqînan ji 4 taşan bilind bû. Li navçeya hêj dengê teqîn û çekan tê, esnafên nisêbînê bi armanca şermezarkirina êrîşan dikan venekirin. Ji bilî firin û dermanxaneyan li tevahiya navçeyê dikan hatin girtin.

Çav li rê ye di nava rojê de çalakiyên protestoyê bên lidarxistin. Ji navçeyê dengê çek û teqînan zêde dibin.

(keîb/zt)