'Li her perçeyek Kurdistanê xwînê zarokên me heye bese!'
10:32
JINHA
WAN - Dayîkên ku zarokên xwe di encama şerê ku Hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê daye despêkirin de jiyana xwe ji dest dane, wiha bang li Serokomar Tayyîp Erdogan kirin, "Li her pereçeyek Kurdistanê xwînê zarokên me heye. Gelek xwîn hat rijandin. Êdî dawî li vî şerî bîne. Rûxmî zarokên me tên kuştin em cardin dibêjin aştî. Tu bûyî serok cardin şûna ku li welat aştî pêk bînî, tu welat ber bi şer ve dibî. Dayîkên leşker, gerîla û polîsan nede gîrandin bese êdî."
Li Kurdistanê her ku diçe polîtîkayê şer giran dibe, li hember vê jî bertekê dayîkan jî zêde dibe. Dayîkên ku naxwazin zarokên wan bibin qurbanê şer, anîn ziman ku bi polîtîkayên şer re mirinê leşker û gerîllayan 'heman êşê' dide jiyandin û gotin dewlet li ser van mirinan rantê dike. Hediye Koçak (47) ya ku li Wanê dijî û kurek wê di berxwedana Şengalê yê li hember çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest daye, bertekên xwe li hember polîtîkayên şer nîşan da û got bila êdî dawî li van mirinan bê. Hediye da zanîn ku kurê wê li hember komkujiya Şengalê bêdeng nemaye û tevlî berxwedanê buye û wiha domand: "Kurê min ji jiyan û zarokan gelek hezdikir. Çavê xwe li hember hovîtiya DAIŞ'ê ya li ser jin û zarokan negirt û tevlî şer bû. Li holê ji ber ku bê ehlaqiyek hebû, şer hilbijart. Lê şerê ku niha li Kurdistanê pêk tê şerek keyfiye. Zilmê li gel dikin û di şer de bira tînin pêşbirê hev."
'Li her perçeyek Kurdistanê xwînê zaokên me heye'
Hediye diyar kir ku dema ew li sînora Kobanê Pîrsûsê nobet digirt agahiya şahedeta kurê xwe girtiye û wiha bang li dayîkê leşkeran kir, "Werin em dest bidin destê hev û vî şerî rawestînin." Hediye bilêvkir ku divê dayîk zarokên xwe neşînin leşkeriyê û wiha pêde çû: "Em dayîkên aştîxwazin. Bila êdî çek bêdeng bibin. Em ne mirina leşkeran ne jî gerîla naxwazin. Min kurê xwe di vê oxirê de feda kir. Lê bila êdî dayîkên din negrîn. Agir cihê ku lêdikeve dişewitîne. Bi salane kezeba me şewitî. Li her perçeyek Kurdistanê xwînê zarokên me heye. Tenê yekîtiya gel dikare pêşî li vî şerî bigre."
'Gelek xwîn hat rijandin'
Hediye wiha bang li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir, "Gelek xwîn hat rijandin. Êdî dawî li vî şerî bîne. Rûxmî zarokên me tên kuştin em cardin dibêjin aştî. Divê dayîk guh bidin dengê aştiyê. Tu bûyî serok cardin şûna ku li welat aştî pêk bînî, tu welat ber bi şer ve dibî. Dayîkên leşker, gerîla û polîsan nede gîrandin bese êdî."
Salîha Acar (45) anî ziman ku ew bêy xwasteka xwe zarokê xwe rêkiriye leşkeriyê û wiha got: "Ez ji pêkanîna cezayê tirsiyam, ji ber vê min kurê xwe rêkir leşkeriyê. Kurê min nû 20 roj zewicîbû. Ez ji tirsa ku tiştek bê serî wî bi şev xew nakeve çavê min. Bila dewlet dawî li vî şerî bîne. Bira li birayê xwe dide û dikuje. Bila dayîk negrîn û xwînê tê rijîn bila bes bireje."
(rc)