Wesayîta cenaze ji aliyê polîsan ve tê sekinandin
10:36
JINHA
AMED - Li Parka Koşuyoluyê polîsan cenazeyên Şêrdil Cengiz û Şiyar Salman ên hatine qetilkirin dan sekinandin. Cenazeyên ji nexweşxanê hatin derxistin ser rêya Xerpêtê tên sekinandin.
Duh di çalakiyên Amedê yên ji bo Surê de du ciwanên bi navê Şêrdil Cengiz û Şiyar Salman bi guleya polîsan hatin qetilkirin. Cenazeyê wan ji Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargiyê ji aliyê hezaran welatiyan ve bi diruşmên "Bijî berxwedana Surê" û "Dewleta qatî dê hesab bide" hatin girtin û ber bi Parka Koluyoluyê ve xistin rê. Lê li ser rêya Xerpêtê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Wesayîta cenaze û konvo hatiye rawestandin.
(zt)